Rêberê Defakto Yê Sûriyê Dibêje Renge Pêvajoya Hilbijartinan Çar Salan Dirêj Bike

Rêberê defakto yê Sûrîyê Ehmed Şeri’

Rêberê defakto yê Sûrîyê Ehmed Şeri’ roja Yekşemê dîyar kir ku pêvajoya jibo darxistina hilbijartinan li welat dibe ku heya çar salan bidome.

Şeri’ herwiha destnîşan kir ku amadekirina qanûnek bingehîn ya nû jî sê salan berdewam bike.

Wî herwiha got ku wê nêzîkî salekê bixwe heta ku Sûrî guhertinên berbiçav bibînin.

Şeri’ ev daxuyanî roja Yekşemê di hevpeyvînekê de bi televîzyona Erebistana Saudî El Erebîye re da.

Şeri’ rêberîya koma Heyet Tehrîr el-Şam(HTŞ) dike ku rejîma serok Beşar Esed di 8’ê Kanûnê de têk bir, û dawî li serwerîya malbata Esed ya bi dehan salan anî.

Wî eşkere kir ku HTŞ wê di konferansek dîyaloga niştimanî de xwe hilweşîne.

Derbarê peywendîyên bi welatên derve jî Şeri’ got ku berjewendîyên stratejîk yên Sûrîyê û Rûsya re hene.

Li Sûrîyê bingehên leşkerî Rûsya hene, Moskow di şerê navxweyî yê dirêj de hevbendê Esed bû û ku niha mafê penaberîyê daye Esad.

Şeri’ di destpêka vê mehê de gotibû ku divê peywendîyên Sûrîyê û Rûsya xizmeta berjewendîyên hevpar bikin.

Wî herwiha got ku ew hêvî dike ku rêvebirîya serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump toleyên li ser Sûrîyê betal bike.

Dîplomatên payebilind yên Amerîkî ku vê mehê serdana Şamê kirin, got ku Şeri’ wek pragmatîk xuya dikir û piştre Washingtonê biryar da ku 10 mîlyon dolar xelat a ku li ser serê serokê HTS hatibû danîn, rake.

Çavkanî: Reuters