Destûr û Parlamena Sûrîyê bo 3 Mehan Tê Rawestandin

Welatîyên Sûrî li Meydana Ûmewîyîn li Şamê.

Berdevkê hikûmeta nû ya Sûrîyê roja Pêncşemê ragihand ku destûr û parlamena welêt dê jibo heyama sê mehan were rawestandin, piştî rûxandina rejîma serok Beşar el Esed.

Destûra niha ya Sûrîyê herî dawî di 2012’an de hatibû nûkirin û Îslamê wek ola fermî ya dewletê pênase nake.

"Qonaxa veguhestinê wê sê mehan bidome. Pêşîtîya me ewlekarî û parastina saziyan e. Wê komîteyeke dadwerî û mafên mirovan were avakirin da ku destûrê lêkolîn bike û paşê guhertinan çêbike," Obeyda Arnaout, berdevkê hikûmeta nû, di hevpeyvînekê de ligel ajansa AFP got.

Serhildayên bi pêşengîya rêxistina tundrê ya Îslamî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) di 8’ê Rêbendanê de kontrola Şama paytext bidest xistin û dawî li serwerîya Esed anîn. Esed revîya Rûsyayê û li wir mafê penaberîyê bidest xistiye.

Roja Sêşemê, serhildayan Mihemed el-Beşîr heta 1ê Adarê wek serokwezîrê demkî yê Sûrîyê destnîşan kir.

Berî niha, el-Beşîr serokê revebirîya serhildayan ya bi navê “Hikûmeta Rizgarîyê” li Îdlibê li bakurê rojavayê Sûrîyê bû.

Arnaout dîyar kir ku got wê roja Sêşemê, jibo pêkanîna veguhestina desthilatê, "navbera wezîrên Hikûmeta Rizgarîyê û wezîrên berê" yên hikûmeta Esed civînek were lidarxistin

Arnaout li navenda televizyona dewletê, ku niha di destê desthilatdarên nû yên serhildayan de ye, axifî û soz da ku ewê "serwerîya qanûnê" saz bikin.

"Hemû kesên ku dijî gelê Sûrî tawan kirine wê li gor qanûnê werin darizandin," wî got.

Li ser pirsekê derbarê azadîyên olî û kesane, wî got "em rêzê li pirrengîya olî û çandî li Sûrîyê digirin." Arnaout got ku ewê neguherin.

Jêder: AFP