Serhildêrên Sûrî li Gundewarê Dîmeşq 20 Serbazan Dikujin

Çekdarekî Gurûpa Failaq al-Rahman

Gurûpeka serhildêr a Sûrî dibêje wê 20 serbazên leşkerî kuştin di teqîna tonelekê de, di demekê de ku şerê gundewarên Dîmeşqa paytext berdewam e û çi nîşanên destkişandina ji şer ne diyar in.

Waêl Olwan, peyvdarê gurûpa Feyleq el-Rehman, dibêje operasyon îro Yekşemê berî berbanga sibê pêk hat.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, got 16 serbaz winda ne bi sedema teqînê.

Agirbesta ku meha borî bi piştgiriya Rûsya hatibû ragihandin, têk diçe ji ber şerê di navbera hikûmetê û serhildêran de li aliyê bakurê rojhilata Dîmeşq.

Gurûpa Feyleq el-Rehman dibêje ew ne beşeke ji rêkeftinê û hikûmet jî dibêje ew şerê terorîstan dike.