Ji bo Rêgirtina li HTŞê, Sûrîyê Hêzên Xwe Berhev Dike

Artêşa Sûrîyê îro Yekşemê bi lez û bez hêzeke piştevanîyê şand ji bo paşxistina serhildêran ji pêşveçûna ber bi gundewarê bakurê Hemayê ve piştî ku wan Heleb û cihên stratejîk ên derdora wê li parêzgeha cîran Idlibê di êrîşeke nişkave de girtin.

Çekdarên bi serkêşiya Heyet Tehrîr el-Şam(HTŞ) roja Şemiyê piraniya Helebê kontrol kir û îdia kir ku ketine bajarê Hemayê. Li ser îdiaya wan tu piştrastiyek serbixwe tune.

Fermandarê serhildayan Hesen Ebdulxenî got ku serhildayan her wiha Şêx Necar, ku bi navê bajarê Pîşesazî yê Helebê jî tê naskirin, li bakurê rojhilatê bajêr, akademîya leşkerî ya Helebê û zanîngeha topxaneyên meydanî li başûrê Rojava, kontrol kirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî roja Yekşemê çû paytexta Sûriyê Şamê. Wî ji rojnamevanan re got ku Tehran dê piştgirîya hikûmet û artêşa Sûriyê bike.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ku bingeh li Londonê ye got, HTŞ û "Artêşa Niştimanî" du bajarok û baregeheke asmanî li gundewarê Helebê kontrol kirin piştî pevçûnên tund bi hêzên rêjîmê re.

Wê got, di pevçûnan de neh leşkerên rejîmê hatin kuştin, û heft leşkerên din ji aliyê serhildayan ve hatin girtin.

Di heman demê de, pevçûnên tund li devera pîşesazî li Şêx Necar di navbera hêzên Kurdî û komên "Artêşa Niştimanî" ya bi piştgirîya Tirkiyê de derketin, ku di wan de çekên giran hatin bikaranîn, SOHR ragihand.

Çavkanî: AP, SOHR