Avahîyek li taxa Şêxmeqsûd ya Kurdnişîn li bajarê Helebê bi ser rûniştvanên wê de hilweşîya, di encamê de gelek kes bûn qurbanî.
Li gor aghaîyên hatine bi dest xistin, di seetên berbanga sibê de avahîyeke ji 5 qatan li kolana Merûf li taxê bi temamî hilweşiyaye.
Endamê rêvebirîya şarederîya gel ya taxa Şêxmeqsûd Mihemed Emîn Elîko ji Dengê Amerîka re ragihandin ku, “Heft malbat di avahîya ku hilweşiyayî de rûdiniştin û hemû di bin kavilan de mane”.
Derbarê encama vê qezayê de, Elîko got ku, “Ta niha 12 kesan ku 5 jê zarok in jîyana xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar in, herwiha nêzî 16 kes hîn di bin kavilan de ne, loma pêkane hejmara qurbanîyan hîn bilindtir bibe”.
Elîko heriwha dîyar kir ku: “Hewlên rizgarikirinê dewam dikin, di nava qurbaniyên hatine zanîn de, helbestvanê Kurd Ridwan Agirî û hevjîna wî hene, lê hîn nasnameya qurbanîyên din nehatiye zanîn”.
Herwiha çavkanîyên ji taxê dîyar kirin ku, tîmên rizgarkirin û tendirustîyê yên girêdayî hikumeta Sûrî tevlî hewlên rizgarkirinê û rakirina enqazan bûne (ku ta amadekirina vê raportê hîn dewam dikin).
Dor sedema hilweşînê, çavkanî guman dikin ku têçûna avê li jêrxaneya avahîyê hiştiye ku bingeha avahîyê seqet bibe û bihirife.
Hêjayî bi birxistinê ye ku serjimarîya her du taxên Kurdnişîn li bajarê Helebê, Şêxmeqsûd û Eşrefîyê, bi qasî 270 hezar kesî ye, piranîya wan derbiderên ji Efrînê ne, ku şarederîya gel ya girêdayî rêveberiya xweser karûbarên herdu taxan bi rê ve dibe.