Desteya Çandinîyê ya Rêveberîya Xwser ji ber neketina baranê û kêmbûna berhema çandinîyê ji gênim biryara dernexistina genim ji navçeya Bakur û Rojhilata Sûrîyê da, ku pêwistîya navçeyê ji bo nan û tov bi nêzî 500 hezar ton ji gênim heye.
Hevserokê Desteya Aborî û Çandinîyê ya Rêveberîya Xweser Selman Barûdo ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku ji ber wan cotkar bi sotemeniyê û tov bi nirxekî erzan destek kirine pêwîste ew berhemê bidin wan.
Berhema navçeya Bakur û Rojhilata Sûrîyê di salên borî de ji genimê avî û bejî nêzî 1200,000 ton ji gênim hebû, ku Desteya Çandinîyê jê nêzî 600,000 hezar ton dikirî .
Hevserokê Desteya Çandinîyê ji Dengê Amerîka re axivî û got ku li gor xwandina wan wê îsal berhema navçeyê ji genimê avî bighe 500 ta 600 hezar ton.
Herwiha Barûdo da zelalkirin "Ku ewê 500 hezar ton têxin deboyên xwe ku berê jî nêzî 250 hezar ton di deboyên wan de hene "
Hêjayî gotinê ye ku Desteya Darayî ya Rêveberîya Xweser wek destek û piştgirî ji çandinîyê re bac neda ser hemî berhemên cotkaran û pêwistiyên çandinîyê.
Your browser doesn’t support HTML5