Yekîtîya Rewşenbîrên Kantona Efrînê di bin diruşmeya “Rewşenbîrê Zana Misogerîya Federalîya Demokratîk e” konferansa xwe ya duyê li navenda çand û hunerê li bajaê Efrînê li darxist.
Di konfransê de tevî 100 delegeyên ji navçeyên Efrînê nûnerên Rêvebirîya Xweser û alîyên sîyasî beşdar bûn.
Di konferansê de raportên kar û xebata rewşenbîrî di hundir salekê de hatin xwendin herwiha lêveger ji rêziknameya yekîtîyê re hate kirin û meclîseke nû jî hate hilbijartin.
Herwiha rewşenbîrên di konferansê de amade bûn, nêrîn û pêşnîyarên xwe jibo pêşxistina çandê di vê demê de parve kirin.
Rewşenbîrên Kantona Efrînê encama xebata xwe ya salekê di konferansa xwe de nîqaş kirin.
Rewşenbîr dibêjin ewê bi hişmendîya xwe ya azad û zana ji pergala Fedralîya Demokratîk re piştgir bin.
Your browser doesn’t support HTML5