Rêxistina (Syrians for Truth and Justice) anku Sûrîyên ji bo Rastî û Dadmendîyê ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku rewşa Efrînê têxe rojeva civata xwe ya giştî.
Rêxistinê belgenameyek ji Neteweyên Yekbûyî re pêşkêş kir, tê de bal kişandiye ser zêdegavî û binpêkirina mafê mirovan li Efrînê û ji civaka navneteweyî xwestiye çareserîyê bibîne.
Derbara naveroka belgenameyê rêvebirê rêxistinê Besam El-Ahmed ji me re ev agahî gotin: “Me hejmarek mijar girtine dest, pêşî me rewşa Efrînê daye nasîn, herwiha kiryarên dijî mafê mirovan ku me li Efrînê belge kirine, weke girtin, revandin, guhertina nasnameyên gel û rûxandina goristanan û mezargehên olî”.
El-Ahmed eşkere kir ku belgename ronîyê dixe ser binpêkirinên mafê mirovan li Efrînê ku bi awayekî berfireh tên kirin.
“Ev yek jî metirsîyê li ser nasnamye gelê herêmê peyda dike û dibe sedema guhertina demografî”.
Wî armanca belgenameyê wiha şîrove kir: “Em mijara Efrînê bidin ser maseya hikumetên ku li civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî kom dibin, û bihêlin wê jî nîqaş bikin, çimkî em di wê bawerîyê de ne ku mijara Efrînê cihê xwe yê pêwîst nestandiye û ragihandinê baş şîrove nekiriye”.
Rêvebirê Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê dîyar kir ku rêxistina wan rewşa mafê mirovan li Efrînê û tevahîya Sûrîyê dişopînin û kiryarên hemû alîyên ku li ser axa Sûrî serwer in belge dikin.
Wî bi berdewamî got ku ewê belgenameya wan pêşkêş Neteweyên Yekbûyî kiriye bi welatên rojavayî re bişopînin da ku bandorê li rewşa Efrînê bikin.
“Em bi hêvî ne bersivek ji alîyê hikumetên Ewropî û Amerîkî were dayîn û mijara Efrînê jî were rojevê mîna mijarên Sûrî yên din, çimkî Efrîn beşeke ji Sûrîyê ye û tiştê lê rû dide divê were gitûbêj kirin”, El-Ahmed got.
Hêjayî gotinê ye ku hejmarek mafnas û çalakvanên mafê mirovan rêxisitna Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê sala 2015an damezrandin.
Ev rêxistin xwe weke sazîyekê jibo berevanîya ji ber yeksanîya mafên hemû Sûrîyan dinasîne, binpêkirina mafê mirovan li Sûrîyê belge dike û jibo dadmendî û guhertê kar dike.
Your browser doesn’t support HTML5