Tirkiyê Deverên Şehba û Efrînê Topbaran Dike

Artêşa Tirk ji bingehên xwe yên li bajarê Ezazê careke din çend gund û deverên herêma Şehba û Nahîya Şêrewa ya Efrînê topbaran kirin.

Sibeha îro Şemîyê, top li gundên Şêx Îsa, Um El-qura û Semûqa herwiha aşxana Feysel nêzî gundê Kiştarê, ketin, ku zerarên madî çêbûne.

Hemwextî wê balafirên şer yên Rûsî (Alaya 111) ya leşkerî ku nêzî bajarê Daratîzê û li tixûbê başûrê herêma Efrînê ye bombebaran kir, ku tê zanîn ew dever li jêr dest komên çekdar de ye.

Balafirên Rûsî doh Înê jî bi çend êrîşan derdora gundên Kefircenê û Meşalê yên nahîya Şera ya Efrînê bombebaran kiribû, li gor agahîyan navendeke koma çekdar (Sultan Murad) hatiye armanc kirin, ku agahîyên piştrast dor kuştî û birîndaran nehatin bi destxistin.

Ev êrîşên hewayî yên balafirên Rûsî, piştî armancgirtina erebeyeke leşkerî ya hêzên rejîma Sûrî tên, ku komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve doh Înê li gundewarê rojavayê Helebê bi roketeke antî-tank êrîş erebeyê kiribû.

Di encama êrîşê de 10 kes hatibûn kuştin û 9 jî birndar bûbûn, ku ew giştik ji milîsên bajarê Nibul û Zahra yên Şîeyî ne.

Ev geşedan di wê demê de ne ku, artêşa Tirk gund û deverên Şehba û Şêrewa yên ku derbiderên Efrînê lê dimînin, rojane topbaran dike, ku ev êrîş dibin sedema dilgiranî û nerehetîya şênîyan.

Li hember van êrîşan bersîva artêşa Sûrî jî balkêş bû, ku roja pêncşemê bingehên artêşa Tirk li bajarê Babê û bajarokê Marihê topbaran kiribûn.

Hemwextî wê alîyê Tirkî îdîa kiribû ku qereqolek li bajarê Qerqemîşê yê li ser sînorê Sûrîyê ye hatiye topbaran kirin û di encamê de leşkerekî Tirk hatibû kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Herwiha berpirsên Tirk îdîa kiribûn ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ew êrîş pêk anîye, lê navenda ragihandina HSD'ê bi daxuyaneîyekê ew angaşt derewandin û çi têkilîya xwe bi êrîşê re red kir.

Herwiha daxuyanîya HSD'ê dîyar kir ku Tirkîyê ji belavkirina van îdîyan dixwaze êrîşê xwe bi ser deverên Kobanê, Eyn Îsa, Minbic û Şehba de rewa bike, ku bi dehan gundên li seranserê enyên van herêman dike armac.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Newroz Reşo