Bi Hezaran Leşkerên Veqetîyayî Şerê Rejîma Sûrî Dikin

Bi Hezaran Leşkerên Veqetîyayî Şerê Rejîma Sûrî Dikin

Bi hezaran leşkerên veqetîyayî dibin beşek li tevbera opozisyona Sûrî û hêrişên wan li dijî hêzên rejîma Beşar El Esed zêde dibin.

Serbazên veqetîyayî endamên Artêşa Azad ya Sûrîyê ne û li çend heftiyên bihûrî li deverên Îdlib, Himus û Dera şerê hêzên rejîmê kirin.

Roja Çarşembî jî Artêşa Azad ya Sûrîyê hêriş kire ser bingehekê serekî yê rejîmê li derveyê Şamê.

Artêşa Azad ya Sûrîyê şeva Sêşembî pêkanîna civateka demkî ya leşkerî ragihandibû.

Chris Phillips, şarezayê karûbarên Sûrîyê li komela Economist Intelligence Unit li Londonê dibêje, serhildayên Sûrîyê ne amade ne ku wek serhildayên Lîbyayê şoreşa çekdarî li dijî rejmê destpê bikin.