Artêşa Tirkîyê Rojeke Herî ya bi Xisaret li Efrînê Jîyan Kir

Tanqeke Tirkîye

Arteşa Tirkîyê dide zanîn ku wê rojek herî bi xisaret di êrîşên xwe de li dijî şervanên Kurd li bakurê Sûrîya derbaz kir.

Roja Şemî heft leşkerên Tirk li herêma Efrînê hatin kuştin ku pênc ji wan di encama peqandina tanqa wan de mirin.

Du leşker jî li serê sibê hatin kuştin, yêk li nezîkî cîhê êrîşa ser tanqê hatiye kirin û yê din jî li ser sînorê Tirkîyê û Sûrîyê.

Wek tolhildan, Tirkîye dibêje ku piştî hingî balafirên wê yên şerker erîşî ser armancên Kurdan li herêma cîhê bûyerê kirin.

Operasyona “Şaxa Zeytûnê” ya Tirkîyê di dawîya meha borî de li dijî YPG'ê hat despê kirin.

Di vê operasyonê de 14 serbazên Tirkîyê hatine kuştin.

Îbrahîm Kalin, berdevkê serokatîya Tirkîyê, roja Şemê got kuTirkîye hebûna YPG'ê li çi cihekî bi dirêjîya sînorê xwe qebûl nake.