Sûrîye Dibêje Hêzên Tirk Êrîşî Hêzên Wê Kir

Ajansa SANA ya dewleta Sûrî ragihand ku hêzên Tirk û hevbendên wê îro Pêncşemê li bakurê rojhilata welêt êrîş birin ser hêzên wê.

“Hêzên Tirk û komên ser bi wan li Til Temir êrî birin ser xaleke artêşa Sûrî û hêzên Sûrî jî bersîva wan dan. Di encama êrîşê de şehîd û birîndarên leşkerên Sûrî çêbûn.”

SANA herwiha ragihand ku şervanên HSD'ê jî bûn êrîşa artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayî wan.