Rûsya û Tirkîyê Vegera Penaberên Sûrî Gotûbêj Kir

Ajansa Reuters ragihand ku Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu û hevtayê wî yê Tirk Hulusî Akar îro Înê li Moskowê vegera penaberên Sûrî ya welatê wan gotûbêj kir.

Di danûstandinan de herwiha rewşa mirovahî li Sûrîyê û hevkarîya navbera wezaretên berwevanî yên Rûsya û Tirkîyê jî hatin nîqaş kirin.