MSD Wê Kongreyeke Ser Çareserîya Sîyasî ya Alozîya Sûrîyê Pêk Bîne

Penaberên Sûrî li Lubnanê (Arşîv)

Endamê desteya seroktîya MSD'ê Elî Rehmûn ragihand ku Kongreya Hêz û Kesîtîyên Demokratîk berî dawîya vê salê wê li Brukselê li dar keve.

“Em jibo destnîşankirina dema Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk, ligel Parlemana Ewrupayê di nav peywendîyê de ne,” Rehmûn ku di komîteya amadekar ya vê kongreyê de cîh digire, ji Dengê Amerîka re got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku çar hevdîtinên şêwirê li Stockholmê û hejmarek civîn li hundirê Sûrîyê jibo amadekarîya kongreya navborî pêk hatine.

Di vê derbarê de Rehmûn got ku jiber guhertina hikûmeta Swêdî û serlêdana wan jibo tevlêbûna di nava NATO de, herwiha jiber givaştinên Tirkîyê, kongre li Brukselê li şûna Stockholmê li dar dikeve.

“Navenda Olof Palme ya Aştîyê ku kongreyê birêve dibe têkilî bi endamên partîyên sosyal di Parlemana Ewrupa de danî da ku cîhê lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk li avahîya Parlemana Ewrupayê bi tevlêbûna hin parlemanteran were lidarxistin”.

Berpirsê MSD'ê dibîne ku di rewşa heyî de ti asoyên nêzîk jibo çareserîya sîyasî ji alozîya Sûrîyê re xuya nake, ku rêçik anku însyatîfa Erebî jî pûç bûye.

Derbara encamên çaverêkirî ji vê kongreya li Brukselê, Rehmûn got ku ew dixwazin ev hêz bibin xwedî nûnertîyeke sîyasî, da ku rol û bandoreke wan hebe.

“Dibe ku blokeke sîyasî hevbeş piştî kongreyê were ava kirin jibo ku di çi pêvajoya sîyasî di siberojê de, ew jî cîhê xwe tê de bigire, herwiha em bihêvî ne ku encamên vê kongreyê lebatekê bide pavajoya çareserîya sîyasî ya ku rawestiyaye, bi saya têkilîya ligel alîyên xwedî bandor di dosya Sûrî de”, Rehmûn got.

Ji alîyê xwe ve, berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan li Almanya, Newaf Xelîl, dibêje ku Sûrîye ketîye qada maytêkirinên herêmî û navnetewî û ev yek jî rewşê aloztir dike.

Ew dîyar dike ku berjewendîyên cuda yên van alîyan hene, bi taybet Tirkîyê û Îran, ku dixwazin hebûna xwe li Sûrîyê mayînde bikin, herwiha Amerîka û Ewrupa ne bilez in ku çareserîyê bibînin.

Li ser egera peydakirina çareserîyekê, Xelîl bawer dike ku, “Ti alî jibo çareserîyê ne hazir e, tenê li bakur rojhilta Sûrîyê Rêvebirîya Xweser ku şerê DAIŞ’ê dike, insiyatîfek pêşkêş kiriye, herwiha MSD’ê di nava xebatên avakirina enîyekê de ye, lê dîsa jî piştgirîya Amerîkî û Ewrupî pêdivî ye jibo ev enî xwedî bandor be di çareserîyê de”.

Hêjayî gotinê ye ku li gor raportên mafên mirov, ji destpêka şerê li Sûrîyê sala 2011'an, nîv milyon kes hatine kuştin û pirtir ji 12 milyon kes, anku bi qasî nîvî rûniştvanan, bûne derbider yan penaber.

Herwiha tevî biryara Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (2254) ya sala 2015'an, ku nexşrêya çareserîyê jibo alozîya Sûrîyê daniye, lê hîn jî ev biryar nehatiye bi cîh kirin û alozî berdewam dike.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_09_21_2023_Aloziya_Suriye