Penaxwazên Sûrî jiber Zextan ji Tirkîyê Derdikevin

Pirsgirêka penaxwazên Sûrî li Tirkîyê her ku diçe zêde dibe. Ew ji hêla netewperwerên Tirk û hin partîyên sîyasî ve wek sedema hemû pirsgirêkên Tirkîyê têne nîşandan.

Di 30’ê Hêzîrana 2024’an de li bajarê Kayserî êrîşek li ser penaxwazên Surî destpê kiribû û ev êrîş heta vê demê jî li hin bajarên Tirkîyê berdewam dikin. Jiber van zextan penaxwazên Sûrî jî hêdî hêdî ji Tirkîyê derdikevin.

Li gor daneyên Seroktîya Rêvebirîya Koçberîyê ya Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê di meha Tîrmeha 2024’an de 7 hezar û 739 penaxwazên Sûrî ji Tirkîyê derketine û hejmara penaxwazên mayî jî 3 mîlyon û 105 hezar û 539 e.

Êrîşên li ser penaxwazên Sûrî di nav çapemenîya Tirkîyê de zêde dernekevin pêş jî, lê li ser medya civakî gelek tên weşandin. Di dîmenan de têne gotyin ku ew êrîş ji alîyê netewperwerên Tirk û hin hêzên ewlekarîyê ve pêk tên.

Yousuf Bibi, yek ji wan pênaberê Sûrî bû ku li Enqerê ji hêla kardêrê xwe ve rastî êrîşan hatibû. Bibi, vê êrîşê ji Dengê Amerîkayê re wiha vedibêje:

“Ez ji hêla kardêrê xwe ve rastî êrîşê hatim. Jiber ku min bi gotina wî nekir, ew ser min de hat, ewqas li min da ku min li nexweşxaneyê çavên xwe vekirin. Ez di gelek cîyê xwe de birîndar bûm. Ez êdî naxwazim li Tirkîyê bimînim. Heke derfet hebe em dixwazin bi malbatî herin Ewrupa.”

Di nav bajarên Tirkîyê de herî zêde penaxwazên Sûrî li Stenbolê dijîn. Seroktîya Rêvebirîya Koçberîyê dide zanîn ku 500 hezar Sûrî li Stenbolê dijîn.

Penaxwazê Sûrî Mahmud Dogmuş yê 60 salî piştî bûyerên Kayserî li Stenbolê rastî êrîşên nîjadperestîyê hat.

Aktîvîstê Sûrî Osama Albousi jî radigîhîne ku di bingeha van êrîşan de nîjadperestî heye.

“Em Sûrî jibo kêfê nehatin vê derê, welatê me tev li hev kirin û em mecbûr man ku derkevin. Heke îro derfetên me hebin emê yekser herin welatê xwe.”

Kordînatora Giştî ya Komela Cîhan Mala Me Ye Burçak Sel di bingeha van êrîşan de rengê sîyasetê nîşan dide.

“Sîyaseta ku li ser penaberan tê meşandin, li Tirkîyê jîyanê ji wan re teng dike. Enqere û Stenbol di serî de, ew li gelek cîyên din yên Tirkîyê rastî êrîşan tên. Mafê wan yê heyî jî ji alîyê rayedarên fermî ve nayên parastin û ew xwe di rewşeke ewle de nabînin.”

Hêjayî balkişandinê ye ku li gor daneyên Seroktîya Rêvebirîya Koçberîyê li herêma Kurdan 939 hezar û 42, li rojavayê Tirkîyê jî 2 mîlyon û 166 hezar û 497 pênaxwazên Sûrî dijîn.

Bajarê ku penaxwaz herî zêde tê de hene Stenbol (530.272), yê herî kêm jî Colemêrg (8) tê dîyar kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_08_15_2024_Tundi_Penaber_Tr