Wezîrê Navxweyî û Şaredarîyan yê hikûmeta demkî ya Lubnanê Bessam Mewlewî Sêşema borî banga asêkirina cîbicîkirina qanûnan li ser penaberên Sûrî kir.
Ev yek piştî girtina 7 gumanbarên ku destê wan di kuştina berpirsekî partîyeke xwecîhî de hat.
Lubnan mêvandarîya nêzîkî 2 milyon Sûrî dike, di nav wan de 800,000 li Komîserîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî wek Penaber tomarkirî ne, ku hejmara herî zêde ya penaberan li cîhanê ye, li gor nifûsa welatekî.
Gotara Kîndarî û Êrîşên Dijî Sûrîyan
Rûdanên dawî li Lubananê bûn sedema êrîşên bêserûber li dijî Sûrîyan.
Şehab Fetah, ku çalakvanekî Kurd ji xelkê Qamişloyê ye, û ev 14 sal in Li Lubnanê dijî, dibêje Lubnan jibo penaberan nema cîhekî ewle ye.
Wî got,"Piştî kuştina berpirsê Partîya Hêzên Lubnanî Paskal Silêman, alîgirên vê partîyê êrîşî penberên Sûrî kir û gelek kiryarên tund li dijî wan kirin."
Di nava vê rewşê de hikûmeta Lubnanê ragihand ku pilana vegerandina penaberên Sûrî bi hemahengî ligel rejîma Sûrîyê wê di dawîya Nîsanê de destpê bike.
Li gor gelek raportan, penaberên Sûrî li Lubnanê li dijî vê birîyarê ne û di malên xwe de asê mane.
Fexrî Rîhanî Kurdekî Efrînî ye û ev 12 sal in li Lubanên wek penaber dijî, dibêje rewşa wan di warê ewlekarîyê de pir xerab e.
"Em rastî gelek astengîyan tên, nexasim di warê ewlekarî de," Rîhanî got.
Rewşa Kurdên Sûrîyê Li Lubanê Çawa Ye?
Kurdên Sûrîyê jiberîya alozîya Sûrîyê ve li Lubnanê dijîn, bi destpêkirina şerê navxweyî re û êrîşên Tirkîyê ser herêmên Kurdan li Sûrîyê, hejmara koçberên Kurd zêde bûn. Amara taybet a hejmara Kurdan li Lubnanê ne dîyar e.
Nûnertîya Rêvebirîya Xweser li Lubnanê ji Dengê Amerîka got ku Penaberên Kurd li Lubnanê di kampan de najîn. Beşeke mezin ji wan di lîsteyên UN de hatine tomarkirin.
Nûnerê Rêvrberîya Xweser Ebdulselam Ehmed ji Dengê Amerîka re tekez kir ku rewşa penaberên Kurd ji yên Sûrî li Lubnanê cuda ye.
"Piştî van êrîşên dawî Lubnanî weke hêz û tevgerên Xirîstîyan û hêzên din bi rêzdarî nêzî Kurdan dibin û Kurdan ne wekî penaberên din yên Sûrî dibînin, li dijî Kurdan kiryarên tunidîyê nehatine kirin," Ehmed got.
Rêvebirîya Xweser bi rêka nûnertîya xwe li Lubnanê pitşî pêla tundîyê dijî penaberên Sûrî têkilî bi Hikûmeta Lubnanê û partîyên wê yên serekî re kir.
Ehmed dibêje ku wan ji hêzên serekî yên Lubnanê re tekez kir ku êrîşên dijî penaberên Sûrî rê li ber çareserîyê digire.
Wî got,"Tundîya li dijî penaberên Sûrî pirsgirêkan çareser nake."
Projeya Vegerê Dijî Daxwaza Penaberan E
Bi biryarên hikûmeta Lubnanê ya vegerandina penaberên Sûrî bi hemahengî ligel rejîmê cîhê metersîyek mezin e.
Li gor gelek penaberên Sûrî ku jiber tirsa kuştin û binçavkirinê naxwazin vegerin Sûrîyê. UN çend caran tekez kir ku rewşa Sûrîyê ne amade ye jibo vegerek bi ewle ya penaberan.
Di Nîsana sala borî de, Rêvebirîya Xweser amadebûna xwe jibo pêşwazîya penaberên Sûrî li Lubnanê kir. Wê demê hejmarek ji penaber gihîştibûn Reqayê.
Pêşnîyara vegerandina penaberên Sûrî jibo herêmên Rêvebirîya Xweser li gor çavdêran pêwîstîya wê bi rêdana hikûmeta Lubnan û ya Sûrîyê heye, û divê di bin çavdêrîya UN de be. Ev yek jî niha ne pêkan e.
Your browser doesn’t support HTML5