Di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de, rejîma Sûrî ji bajarê Kobanê vekişîya ku piştre herêmên Kurdî li Sûrîyê yek bi yek ketin destê hêzên Kurdan.
Ji wê çaxê ve doza Kurdan li Sûrîyê derbazî qonaxeke nû bû û di heman demê de alîyên sîyasî yên Kurd rêyên cuda bijartin û li ser du platformên serekî dabeş bûn.
Hejmareke partîyên Kurdî bi serkêşîya Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) tevî pêkhateyên Ereb û Suryanî di sala 2014’an de Rêvebirîya Xweser ragihandin. Ev Rêvebirî îro li herêmên bakurê rojhilata Sûrîyê serwer e.
Sekreterê giştî yê Partîya Demokratîk ya Kurd ya Sûrî (PDKS), Cemal Şêx Baqî, ku ji damezrênerên Rêvebirîya Xweser e dîyar dike ku “Civaka Kurd îro li Rojava xwe rêxistin kiriye û xwe bi rê ve dibe, herwiha bi sedhezaran hêzên wê yên berevanîyê û xweparastinê hene”.
“Em îro xwedî îrade ne, loma siberoja Sûrîyê ne pêakn e weke berî 2011 vegere, em Sûrîyeke demokratîk, piralî û nenavendî dixwazin ku hemû pêkhate hevdû qebûl bikin,” Şêx Baqî ser siberoja doza Kurd li Sûrîyê got.
Li alîyê din, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) di nava hemahengîya opozisyona Sûrî de cîh digire.
Ev hemahengî beşa serekî di Desteya Danûstandinê û Komîteya Destûrî de ye, herwiha sîwana sîyasî ya komên çekdar yên bi navê “Artêşa Netewî ya Sûrî” ku girêdayî Tirkîyê ye. Ew hêz herêmên bakurê rojavayê Sûrîyê yên wek Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablus, herwiha Serêkanîyê û Girêsipî li bakurê rojhilat kontrol dikin.
Nimet Dawûd, Sekreterê Partîya Wekhevîya Demokratîk ya Kurd û endamê Desteya Serokatîya ENKS’ê, dibîne ku hebûna wan di çarçoveya opozisyonê de bi kêrî çareserkirina pirsgirêka Kurd tê.
“Kurd ne dozdarên desthilatê ne, ew Sûrîyeke demokratîk, pirnetew û federal dixwazin. Doza Kurd kilîta demokrasîyê ye, ger pirsgirêka Kurd li Sûrîyê çareser nebe, pirsgirêka Sûrîyê bi giştî û demokratîkbûna wê jî çareser nabe.”
Tevî cudahîyên kur, çend gerên dîyalogê di navbera her du alîyên Kurdî de bi çavdêrîya herêma Kurdistana Îraqê fermandarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk û şanda Amerîkî jibo Sûrîyê, bi rêve çûne, lê lihevkirinên her du alîyan neçûne serî.
Lêkolerê siyasî Sultan Temo bawer dike ku çareserîya pirsgirêka Kurd bi demkoratîkbûna Sûrîyê ve girêdayî ye û ev yek jibo pirisgirêka Kurd li beşên din yên Kurdistanê jî derbazdar e.
“Çareserîya pirsgirêka Kurd li Şamê ye, lê divê Kurd baş fem bikin ku daxwaz û nasnameya wan ne zelal be, tevgera sîyasî ya Kurdî ne yek be, herwiha armanc û xeta wan ne yek be, Şam wê ji parçebûna Kurdan sûdê bigire û erêkirina daxwazên wan di asta herî kêm de bihêle.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk Mazlum Ebdî, berî çend rojan di forumeke bajarê Hesekê ya bi helkefta sedsalîya Peymana Lozanê gotibû ku pêdivî ye e destketinên Kurdan li Rojava werin parastin.
Ebdî bang li partîyên Kurdan kiribû ku dîyalogê biûdomînin û amadekarîya xwe jibo navbeynkarîyê nîşan dabû.
Your browser doesn’t support HTML5