Sûrîye Dibêje Îsraîlê bi Muşekan Êrîş Bir Ser Firîngeha Şamê

Firîngeha Şamê

Artêşa Sûrî bi daxuyanîyekê ragihand ku Îsraîlê bi muşekan êrîş biriye ser Şamê û yek ji muşeka li Firîngeha Navnetewî ya Şamê ketiye û xizmeta li firîngehê sekinîye.

Daxuyanîyê got ku muşek ji hêla Gola Tîberya ya Îsraîlê hatine, du ji wan li başûrê Şamê ketine û du leşkerên Sûrî canên xwe ji dest dane.

Îsraîlê sala borî di meha Îlonê de bi muşekan êrîş biribûn ser firîngehên Şam û Helebê û xizmetên li her du firîngehan jî bo demekê rawestîbûn.

Hin nûçeyên medyaya navnetewî didin zanîn ku Îran bo çekan bide hevbendên xwe yên li Sûrîye û Lubnanê firîngehên sîvîl bi kar tîne.

Syrian President Bashar al-Assad's government has never publicly acknowledged that Iranian forces operate on his behalf in Syria's civil war, saying Tehran has only military advisers on the ground.


Serokê Sûrîyê Beşar Esad heta niha ti car qebûl nekiriye ku hêzên Îranî di şerê nevxweyî de alîkarîya wî dikin, lê ew dibêje ku tenê şîretvanên leşkerî yên Îranî li Sûrîyê hene.

Jêder. Reuters