Di nava şerê navxweyî li Sûrîyê piranîya Xiristîyanên Sûrîyê koçberî Ewrupa bûne. Gelo tevgera wan ya sîyasî çawa ye? Krîstîyanên Bakur û Rojhilata Sûrîyê xwe di nava rêxistin û partîyên sîyasî yên Suryanî, Asûrî û Ermenî de bi rêxistin kirine.
Rêxistina Asûrî ya Demokratîk ku navenda wê li Qamişlo ye, partîya herî kevn ya Xiristiyanên Sûrîyê ye.