Mêrê çekdar ku ku berî sê rojan çar kes 10 demjimêran li sînagogeke Teksasê dîl girtibû, du hefteyên beriya êrîşê demek li stargehên bêmalan yên herêmê derbas kiribû.
Wayne Walker, berpirsê OurCalling ku xizmetê dide kesên bêmal, got ku Malik Feysal Ekram, welatiyê Brîtanî yê 44 salî, di 2ê Çileyê de de ji aliyê mêrekî din ve hate anîn bo navenda rêxistinê li bajarê Dallasê.
Walker, yê ku got ku ew wêne û vîdyo radestî FBI’yê kir, da zanîn ku "Ew ji hêla kesekî ve hate anîn vir, ku xuya dike ku têkiliyek wî bi wî re heye."
Rabbî Charlie Cytron-Walker ji televizyona CBS re got ku wî hiştibû ku sibeha Şemiyê Akram têkeve nav civata Sînagoga Beth Israelê ji ber ku xuya bû hewcedariya wî bi stargehê hebû.
Sînagog li Colleyville ye, bajarekî ku bi qasî 26,000 kes lê dijîn û 48 kîlometreyan li bakurê rojavayê Dallasê dikeve.