Swîsre Tedbîrên Dijî COVID-19 Tundtir Dike

SWITZERLAND-HEALTH-VIRUS-ARMY

Hikûmeta Swîsre îro Çarşemê dîyar kir ku wê ji 8'ê Sibatê pê ve ji kesên ku ji heremên bi rîska bilind ya COVID-19 werin welat, testên vîrusa korona yên neyênî bixwaze.

Hevdem, hikûmetê biryara du qat zêdekirina budceya alîkarîya vîrusa korona ragihand.

Ev bernama diravê ya bi 5 mîlyar frankên Swîsrî (5,63 mîlyar $) bo piştgirîya karsazîyên ku jiber tedbîr û qedexeyên pandemîya vîrusa korona zarar dîtinin e û ji hêla hikûmeta federal û kantonan ve tê fînanse kirin.

Herwiha, piştî civîna kabîneyê bi daxuyanîyeke hat ragihandin ku hikûmet amade ye ku bo deynên bankayên kompanîyên ku jiber pêyvojaya pandemîyê bandor bûn, planeke raberkirina garantîya dewletê jinûve aktîf bike.

Rêvebirîya Swîsrî dema alîkarîyên bêkarîyê jî dirêj kir û got ku hikûmeta federal dê nezî 6 mîlyar frankên din bo piştevanîya karkeran bide ku saetên xabatên wan hatine kurt kirin.