Swêd Dibêje Pîlotên Ukraynî Perwerdeyên Karanîna Firokan Qedandin

Swêdê îro Pêncşemê ragihand ku perwerdeya pêşî ya firokvanên Ukraynî yên jibo firokên şer yên Gripen qedîyaye.

Stockholmê eşkere nekir ku ewê bi temambûna perwerdeyan re hin firokan bide Kîevê yan ne.

Meha Gulanê, Swêdê dîyar kiribû ku ewê pîlotên Ukraynî jibo karanîna firokan wê, ku koma berevanîyê ya Saab çêdike, vexwîne.

Wezîrê Berevanî yê Swêdê Pal Jonson ji AFP’ê re dîyar kir perwerdeya rêberîyê ya pîlotan temam bûye.

Jonson got ku li gor raporên hêzên berevanîyê dane pîlotên Ukraynî perwerdeyeke baş dîtiye.

Dewletên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi çek, firok û perwerdeyan piştgirî didin Kîevê.

Serokê Rûsya Vladimir Putin di rojên borî de dîyar kir ku firokên ku dewletên Rojavayî dîdin Kîevê bi tenê dema şer dirêj dikin.

Jêder: AFP