Karbidestên Swêd û Tirkîyê Ser Peymana Ewlekarîyê Dicivin

(arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê jêderekî dîplomatîk yê Tirk ragihand ku Tirkîye û Swêd wê sibê Çarşemê ser peymana ewlekarîyê cara pêşî bicivin.

Swêd û Tirkîye jibo Enqere endamtîya Stockholmê ya li NATO bipejirîne ser peymaneke ewlekarîyê li hev kiribûn.

Jêderê dîplomatîk dîyar kir ku civîn wê dema serdana Enqerê ya Wezîra Derve ya Swêdê Maria Maler çêbe.

Wê jêderî got ku civîn jibo pêşvebirina hevkarîya dijî terorîzmê di asta taybet de girîng e.

Tirkîyê, jiber helwesta Swêdê ya dijî kom û kesên ew wek terorîst dibîne û ambargoya çekan ya Stockholmê, ku paşê rakir, piştî derengxistina bi qasî salekê serê salê beşdarîya Swêdê ya li NATO pejirand.

Wek parçeyeke pejirandinê, Enqere ji Stockholmê xwest ku qanûnên xwe yên ser têkoşîna dijî terorê biguherîne û biajo ser endamên PKK’ê û endamên koma ku ew bi hewildanê darbeyê ya sala 2016’an tawanbar dike.

Lihevkirina Ewlekarîyê sala 2023’an di hilcivîneke hevpeymanîyê de çêbû û Swêd meha Adarê bû endama NATO.

Jêderê dîplomatîk dîyar kir ku Wezîrê Derve Hakan Fîdan û Stenergard wê ser peywendîyên dualî jî danûstandinê bikin.

Jêder: Reuters