Êrîşên Terorê li Parîs û Rewşa Penaberan li Swêd

Dilşa Yusif şalakvan ê Nivîskar

Piştî êrîşên terorê li bajarê Parîs li dij sivîlan hatin encamdan, welatên rojavayî ketin nava tedbîrên ewlekariyê, bi taybet di nava bi 10 hezaran penaberên ku ji nê hatine daxwaza penabertiyê dikin.

Êrîşan bandoreke xerab liser jiyana piraniya mirovan çêkir, rewşa penberên ku ji sedema tundutîjîyê xwe gihandbûn welatên ewrupa ji vê bandora xerab di bêpar nebûn.

Dengê Amerîka derheqî rewşa penaberan li welatê Swêd, dîdarek li gel çalakvan û nivîskara Kurd Dilşa Yusif encam da, Dilşa bi xwe jî, yek ji penaberên kurd e, li welatê Swêd, ew niha li kampeke penaberan li nizîk paytext Stockholmê dimîne.

Dilşa gote Dengê Amerîka, ji sedema hejmara zêde ya penaberan, berîya êrîşên Parîsê di rewşeke xerab da bûn, êrîşên Parîs bandoreke hêjî xerabtir li rewşa derunî ya penaberan kiriye.

Dilşa dîsan dibêje, her heftiyê nizîkî 9 hezar penaber qesta welatê Swêd dikin, êdî saziya penaberan li welatê swêd nikare vî barê giran hilgire.

Temamiya dîdarê di faila deng de guhdarî bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Çalakvan û Nivîskar Dilşa Yusif