Washington Dibêje Swêd û Fînlandîya Wê NATO Hêzdartir Bikin

Karbidestên Amerîkî li Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran ser peyvajoyên endamtîyê yên Swêd û Fînlandîya yên bo NATO danûstandin kirin.

Berpirseke Wezareta Derve ya Amerîka di runiştinê de dîyar kir ku ew geşbîn e ku ewê di demeke nêz de bo endamtîyên Swêd û Fînlandîya çareserî werin dîtin.

Cîgira Berpirsê Karên Ewrupa û Ewrasya Karen Donfried di rûniştinê de aixifî.

Donfried da zanîn endamtîyûn Swêd û Fînlandîya li gor berjewendîyên neteweyî yên Amerîka ne û da zanîn ku her du dewlet bi awayekî demokratîk peyvajoya endamtîyê dimeşînin.

Wî dîyar kir ew bawer dike ku ewê di demeke nêz de bo nakokîyên di navbera Tirkîye, Swêd û Fînlandîya de çareserîyekê bibînin.

Berpirsa Amerîkî dîyar kir ku Washingoton hewil dide ku Tirkîye, Fînlandîya û Swêdê di zemîneke hevbeş de bicivîne.

Xanim Donfried da zanîn ku demokrasî li Swêd û Fînlandîya pêşketî ye û dîyar kir ku ewê hêzekê bidin tifaqa NATO.

Tirkîye îdia dike ku Swêd û Fînlandîya piştgirîya çekdarên Kurd dikin ku Enqere wan peywendîyan wek piştgirîya terorê dibîne û dijî endamtîya her du dewletan derdikeve.

Donfried dîyar kir ku fikarên Tirkîyê rêwa ne û da zanîn ku ew dixwazin ku li gor hemî fikarên hevbendên xwe tevbigerin.

Rêberên NATO dê di 28'ê Hezîranê de li Madrîd ya paytexta Îspanya bicivin. Çaverê ye mijara sereke ya civînê peyvajoya endamtîyên Swêd û Fînlandîya be.