Swêd û Fînlandîya Danûstandinên bo Endamtîya NATO Didomînin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Fînlandîya nêzî serlêdana bo endamtîya NATO bûye.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ragihand.

Linde da zanîn ku ew bo endamtîya NATO pir nêzî serlêdanê bûne.

Rûsya di 24’ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ji wê çaxê vir Fînlandîya û Swêd jî bo endamtîya NATO danûstandinan dikin.

Wezîra Derve ya Swêdê Linde got ew dizanin ku ewê Fînlandîya bo endamtîya serî li NATO bide û dîyar kir ku yek ji wan di wê tifaqê kevê ewê rewiş biguhere û girjî pirtir bibe.

Çaverê ye di rojên pêş de egera endamtîyên Fîlandîya û Swêdê di rojên pêş de zelal bibin.

Wezîra Derve ya Fînlandîya Pekka Haavisto roja Înê gotibû ku ew hêvî dikin ku biryara wan û ya Swêdê mîna hevdu bin.