Swêd Alîkarîyên jibo UNRWA Disekinîne

Wezîrê Alîkarî yê Swêdê Benjamin Dousa îro Înê got ku ewê êdî alîkarî nede Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî ya jibo Filîstînîyan (UNRWA).

Dousa ji TV4 ya Swêdî re dîyar kir ku ewê bi rêkên din alîkarîyên mirovahî bidin Gaza.

Wî got ku jiber ku Îsraîlê karê UNRWA ya li welêt qedexe kiriye wan biryareke Wisa daye.

Wezîrê Swêdî got ku ew dibînin ku şandina alîkarîyan bi rêka UNRWA ji berê dijwartir bûye.

Dousa dîyar kir ku Swêd plan dike ku sala pêş pirtir alîkarî bişîne Gaza.

Jêder: Reuters