Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson îro Sêşemê ragihand ku piştî çalakîyên şewitandina Quranê yên vê dawîyê li wî welatî, gefên li ser Swêdê zêde bûne.
Ulf Kristersson bi berdewamî dîyar kir ku rewşa ewlehîyê li Swêdê tevlîhev e û ev ne tenê jiber derengketina endamtîya wê ya NATO’yê.
Kristersson eşkere kir ku hikûmeta wî wê bi awayekî demkî ewlekarîya navxweyî û kontrolên sînorî zêde bike û herwiha wê desthilatdarîya polîsê Swêdê berfireh bike da ku polîs bikaribe mirovên gumanbar bide sekinandin û lêgerînê bike.
Wî hevdem bang li welatîyên Swedî kir ku azadîya ramanê bi berpirsyarî û rêzdarî bikar bînin.
"Li welatekî azad wek Swêdê, hûn xwedî azadîyeke mezin in. Lê, bi wê asta mezin ya azadîyê re, berpirsiyarîyeke mezin jî heye."
Serokwezîr Kristersson destnîşan kir ku "Her tiştê ku qanûnî ye ne guncaw e. Dibe ku hovane be lê dîsa jî qanûnî ye. Em hewl didin ku dengek rêzdar di navbera gelan û welatan de pêş bixin."
Rêxistina Hevkariya Îslamî ya ku 57 welatan nûnerên xwe tê de hene, do Duşemê, li ser çalakîyên şewitandina Quranê civîneke awarte çêkir û şewitandina Quranê bi tundî şermezar kir.
Rêxistinê bang li welatên endam kir ku dijî welatên ku Quran lê tê şewitandin, di hemû waran da; siyasî û aborî, pîvanên rêkûpêk werin girin.
Kristersson got ku li Swêdê guhertinên ser astengkirina qanûnên azadîya axaftinê ne li ser maseyê ne, lê hikûmet li ser hin guhertinan dixebite ku wê destûrê bide polîs ku şewitandina Quranê li nav gel rawestîne ger ew bo ewlehîya Swêdê gefdar û xeter bin.
Jêder: Reuters/AFP