Swêd Dibêje Ewê 27 Hezar Leşkerên Din li Artêşa Xwe Zêde

Ala Swêdê

Hikûmeta Swêdê îro Sêşemê ragihand ku wê heta 2030’î 27 hezar leşkerên jin û mêr li artêşa xwe zêde bike û hejmara leşkerên xwe rake 115 hezarî.

Gava Swêdê li vê demê rast tê, ku hikûmet jibo berevanîyê budçeyeke zêdetir xerc dike.

Koalîsyona ku ji rastgir- navendî meha borî dîyar kiribû ku ewê di 5 salên pêş de xêncî budçeya salane ya heyî, 170 mîlyar krona Swêdî jî (16,41 mîlyar dolar) jibo berevanîyê xerc bike.

Hikûmet dibêje ewê di salên pêş de diravên jibo berevanîyê ya ji budçeya welêt ji 2,2 ji sedê rake 2,6 ji sedê.

Wezîrê Berevanî yê Swêdê Pal Jonson dîyar kir ku bi vê budçeyê ewê jibo endama nû ya NATO parastineke xurt çêke.

‘’Piştî dagirkerîya Rûsya ya li Ukrayna em jî jibo bi bandor û hêzdar bersîvê bidin guherînên li cîhanê wisa tevdigerin.’’

Swêd û Fînlandîya piştî Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir serî li NATO dan ku bibin endamên wê.

Berê Fînlandîya û dûre jî Swêd jibo endamtîyê hatin pejirandin û nihe hejmara endamên NATO 32 ye.

Jêder: Reuters