Polîsên Swêdî di Protestoya Şewitandina Quranê de 2 Kes Girtin

Polîsên Swêdî roja Yekşemê 2 xwepêşander girtin, 10 kesên din jî binçav kirin, piştî ku di çalakîyeke şewitandina Quranê de tevlihevî çêbû.

Xwepêşandana li meydana bajarê Malmo hate kirin ku hejmareke mezin ya koçber li wî bajarî dijîn û li gor kanala SVT dora 200 beşdarî xwenîşandanî bûn.

Xwenîşandana şewitandina Quranê ji alîyê penaberê Îraqî Salwan Momika hatibû darxistin ku berê jî protestoya wî li seranser Rojhilata Navîn bûbû sedemên xwepêşandanên nerazîbûnê.

Li gor daxuyanîya polîsan piştî ku kesên ku xwepêşandan li dar xist ji qadê derketin, protesto bi dawî hat, lê komeke din li cîhê xwepêşandanê ma. 10 kes jiber têkbirina nîzama civakî hatin binçav kirin û 2 kesên din jî bi gumana serîrakirina tund hatin girtin.

Medya xwecîhî ragihand ku kesên ku li protestoyê dinêrîn, bi kevir avêtin ser Momika û vîdyoeke ji cîhê bûyerê nîşan dida ku hin kes hewil didan ku dîwarê polîsan bişkînin û bigihejin xwepêşanderan.

Xwepêşandanên Momika serêşî ji Swêdê re çêkiribû û têkilîyên wê yên bi dewletên Rojhilata Navîn re xira kiribû û bûbû sedema nerazîbûnên tund.

Hikûmeta Swêdî şewitandina Quranê çermezar kiribû, lê dîyar kiribû ku mafê axaftina azad û mafê lidarxistina xwepêşandanan ji alîyê qanûna bingehîn parastî ye.