Polîsên Swêdî li Pêş Balyozxaneya Îsraîlê li Stockholmê Alaveke Peqînkar Bê Bandor Kir

Jineke Swêdê piştî êrîşên Hamasê yên ser Îsraîlê mûmek datîne ber balyozxaneya Îsraîlî ya li Stockholmê (Arşîv)

Karbidestên Swêdî îro Çarşemê ragihand ku tîmeke pisporîya bombeyan li pêşîya Balyozxaneya Îsraîlê ya li Stockholmê alaveke peqînkar bê bandor kir.

Rojnameya Swêdî Aftonbladet ragihand ku alava peqînkar ji ser dîwarê li dora balyozxaneyê ber bi hindur ve hatiye avêtin.

Aftonbladet dîyar kir ku karbidestên Swêdî lêpirsîna xwe ya ser cîhazê didomînin, lê wan heta niha piştrast nekiriye ku ew tişt bimbeyeke destan anku narîncokek bûye.

Balyozê Îsraîlê yê li Swêdê Ziv Nevo Kulman li ser platforma X buyer pişrast kir û jiber bersîvdana lezgîn ji karbidestên Swêdî re spas kir.

"Îro em li Balyozxaneya Îsraîlê ya li Stockhomê bûn armanca hewileke êrîşekê. Em bo bersîvdana bi lêzûbezî ji karbidestên Swêdî re spas dikin. Emê li hember terorê stûyê xwe xar nekin.”

Karbidestên li Swêd, Almanya û Danîmarka di destpêka mahê de ragihandibû ku wan hin xirabarên bi Hamasê re peywendîdar desteser kirine ku li seranser Ewrupa êrîş plan dikirin.

Îsraîlê, demeke kurt piştî wan daxuyanîyan Hamas tawanbar kiribû ku plana êrîşeke dijî balyozxaneya wê ya li Swêdê dike.

Jêder: Reuters