Karbidestên Amerîkî Lêpirsînên Ser Paketên Gumanbar Didomînin

Karbidestên federal, lêpirsînên ser gumanbar yên bi madeyên peqînkar didomînin ku ji sîyasetvanên Demokrat yên girîng û rexnegirên serokê Amerîka Donald Trump re hatibû şandin.

Karbidestên ewlekarî li ser eyaleta Florîda disekinin jiber ku tê bawer kirin ku herî kêm 10 paketên wî rengî ji wir hatiyê şandin.

Karbidestekî polîsên herêma Miami-Dade ragihand ku roja Pêncşemê, jibo vekolina li navenda belavkirina posta ya li Opa- Locka ya Miami komeke pisporên bombê û tîma kûçikên perwerdekirî jî tev li lêpirsinê bûne.

Wezîra Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîka Kirstjen Nielsen ji piştrast kir ku Florîda wê bibe xala destpêka lêpirsînê jiber ku hinek bombe ji wir hatine şandin.

Nielsan di hevpeyvîneke de, di Fox News Channel de got ku hin paketên bombe bi rêya postexanê ji Florîda re hatine şandin.

Kesên ku hatine armanc kirin, kesên yan ji sazîyên ku bi alîyên tund yên rastgir ve bi berdewamî tên rexne kirin.

Di nav wan kesan de karsazê mîlyoner û piştgirê Partîya Demokrat George Soroz, Serokê berê yê Amerîka Barack Obama, Wezîra Derve ya berê û berbijara seroktî Hilary Clinton, Wezîrê Dadê yê berê Eric Holder, rêvebirê CIA yê berê John Brennan û Endama Kongresê ji Kalîfornîya Maxine Waters ji hene.

FBI ragihand ku herî kem li ser 5 paketan navnîşana vegerandinê, navnîşana ofîsa endama Kongresê ya ji Florîda Debbie Wasserman Schultz heye ku seroka berê ya Komîteya Netewî ya Partîya Demokrat bû.

Roja Pencşemê, lêpirsîn bi diîtina 3 paketên din hat berfireh kirin. Li gor karbidestan, hatiye armanc kirin ku 2 paket jibo mala Cîgirê Serokê berê yê Amerîka Joe Biden ya li eyaleta Delaware, yek jî ji ofîsa stêrkê Hollywoodê Robert De Niro ya li taxa Manhattan ya New Yorkê re werê şandin.

Çavkanîyekî agahdar ji Reutersê re got ku karbidest bawer dikin ku paketên ku berî giheştina armancên xwe hatinê dêtin, bi rêya Xizmetên Posta yên Welatên Yekbûyî yên Amerîka (USPS) ve hatine şandin.

Heman jêderî dîyar kir ku ew bombe bi awayekî basît hatune çêkirin ku li ser înternetê gelek agahî li ser wê hene.