Gotûbêjên Ser Programa Çavdêrîkirina Bîyanîyan Berdewam In

Karbidestên dezgeha zanyarî ya Amerîka pesna qanûndaneran didin ku di dawîyê de rê dan programeke çavedêrîyê ku pir gengeşe li ser hebû.

Alîgirên mafên jîyana taybet, ew program bi tundî rexne dikirin ku ji nikane mafê hemwelatîyên asayî biparêze.

Civata Senatoran roja Pêncşemê bi dengên nêzîkî du bi yek, beşa 702 ji Biryara Çavdêrîya Zanyarîya Bîyanî (FISA), bo 6 salên nû kir.

Civata Nûneran hefteya borî nûkirina wê programê pejirand. Çaverê ye ku Serok Donald Trump wê yasayî roja Înê îmza bike û ew bibe qanûn.

Beşa 702 rê dide ajansên sîxurîya Amerîka ku peywendîyên elektronîkî û dijîtalî yên bîyanîyan guhdarî bike. Peywendî bi rêka kompanîyên wek Facebook, Google û Verizon tên hinartin ku zanyarîyan li ser armancên bîyanî kom bikin.

Karbidestên zanyarîya Amerîka ji mêjve dayne zanîn ku ew program gelek pêdivî ye û dibêjin ku wê programê gelek pêzanînên hesas berhev kirine û bo rêgirtin ji êrîşen terorê alîkarîya Amerîka kirine.