Civîna 4`an ya Komîteya Berfireh ya Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi dawî bû.
Berpirsên vê komxebatê ragihand ku di 11 û 12'ê Rêbendanê de, civîna dawî ya ser nivîsandina hevpeymana civakî ya bo heremê ya ku li Hesekê bi pêşengîya Rêvebirîya Xweser dihat darxistin, hatiye temam kirin.
Endamê Komîteya Qanûna Bingehîn ya Civata Niştimanî ya li bakur û rojhilata Sûrîyê hiqûqzan Îdrîs Îsso di derbarê xombetê de agahî da Dengê Amerîka.
'' Pêwîstîya Rêvebirîya Xweser bi hevpeymanek Civakî ya nû û berfireh heye ku xwe li gor şert û mercên nû yê bakur û rojhilata Sûrîyê saz bike,'' Îsso got.
Komîteya berfireh ya ku ji 157 endaman pêk tê di civîna 4'an de pêşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê, ya ku di encama hejmareke xombetan de derketîye holê nîqaş kirine.
Endamê komîteya berfireh ya hevpeymanê Ekrem Hiso diyar kir ku di civînê de '' di çarçoveya karê me de,lêkolîna xebatên komîteya picûk ya hevpeymanê û xalên pêşnivîsa hevpeymanê hatin nirxandin. ''
Nûnerên Rêvebirîya Xweser, partîyên sîyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqzan, sazîyên civaka sivîl, rûsipî û navdarên pêkhatiyên herêma bakur û rojhilata Sûrîyê di komîteya berfireh de cîh digirin.
Tevahîya alîyên ku beşdarî vê kom xwebatê bûne destnîşan dikin ku armanca wan bo Rêvebirîya Xweser damezrandina qanûnekî bingehîn ya rêkûpêk e, da ku rewşa demokrasîyê ya li heremê pêş bixin.
Endama Civata Jinên bakur û rojhilata Sûrîyê Dr. Ebîr Hesaf ser rewşa jinê ya di hevpeymanê wiha got:
''Parastin û pêkanîna mafên jinan yek ji mijarên sereke yê vê hevpeymanê ye.''
Pêyvajoya amadekirina hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê di çar qonaxan de, hatiye gotûbêj kirin.
Rêvebirîya Xweser di 15’ê Tîrmeha 2021’an de komîteyeke teng ya ku ji 30 kesan pêk dihat damezrand ku pirsgirêkên beşên cuda yên herêmê nîqaş bike û pêşnivîsa hevpeymana civakî ser lihevkirinê bigehîne qonaxekî û herwiha pêşkeşî Komîteya Berfireh bike.
Hevpeymana civakî wek qanûnekî bingehîn tê dîtin ku ewe kar û barên sîyasî, aborî û civakî yên Rêvebirîya Xweser bi rêkûpêk be û li gor vê were meşandin.
Divê ev pêşnivîs niha ji alîyê Meclîsa Giştî ya Rêvebirîya Xweser ve were erê kirin û dû re jî i komînên li taxan û di Meclîsa Demokratîk a Gelan li Bakur û Rojhilata Sûrîyê de dengdan li ser wê werin darxistin.
Li gor çavdêran pirsgirêkên serekî dibe ku derkeve holê, peyvajoya erêkirinê ye û nebeşdarbûna Encûmena Niştmanî ya Kurdî (ENKS) ya van civînan e.
Çavdêr dibêjin ku ger dîyaloga Kurdî encam ne de wê bandorê yekser ser rewşa deomrasîyê ya li heremê ku di bin desthilatdarîya Rêvebirîya Xweser de ye bike; ya ku niha bi amadekirina vê hevpeymanê ji ezmûnekê derbaz dibe.
Hun dikarin tevahîya raportê li ser lînka jêr gohdar bikin.
Your browser doesn’t support HTML5