Medya Sûrîyê: Dijî Lazqîye Êrîşên Muşekî Pêk Hatin

(arşîv)

Medya fermî ya Sûrîyê ragihand ku dijî Lazqîye êrîşên muşekî pêk hatine û hêzên esmanî yên Sûrî ew pûç kirine.

Ajansa nûçeyan ya SANA dîyar kir ku êrîşên muşekî dijî herêmên karsazîyê yên Lazqîye li dar ketine.

SANA da zanîn ku hîn ne dîyar e ku êrîş ji alîyê kê ve hatiye kirin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku li Lazqîye dengê peqînên mezin hatiye bihîstin.

SANA bi berdewamî da zanîn ku Îsraîlê roja Şemîyê dijî Firîngeha Şamê êrîş pêk anîye û pergala berevanîya esmanî rê li ber hin muşekan girtiye.

Ajansê dîyar kir ku di 4’ê Îlonê de jî li Tartus û Hama hin ‘’muşekên Îsraîlê’’ hatine xistin.