Ajansa nûçeyan Reutersê ragihand ku Sûrîyê bi sîstema berevanîyê ya esmên rê li ber êrîşa muşekî ya Îsraîlê girtiye.
Reutersê ew agahî ji zarê medya dewleta Sûrîyê ragihand.
Medya dewletê berî wê agahîya dawî dîyar kir ku piştî peqîn li dora Homs û bajarê beravê Tartusê hatiye bihîstin, sîstema berevanîyê ya esmên êrîş rawestandiye.
Artêşa Sûrîyê da zanîn ku sîstema berevanîyê piranîya muşekan xistine xwarê.
Li gor daxuyanîya artêşa Sûrîyê, du leşker birîndar bûne û hin zararên madî jî çêbûne.
Artêşa Îsraîlê ser nûçeyan ti daxuyanî belav nekir.