Artêşa Sûrîyê Agirbesta bo Herêma Îdlibê bi Dawî Dike

Hikûmeta Sûrîyê ragihand ku wê agirbest bi dawî kiriye.

Piştî bidawîkirina agirbestê dijî Xan Şêxûnê êrîşa esmanî li dar ket.

Artêşa Sûrîyê di 1’ê Tebaxê de bo herêma Îdlibê agirbest ragihandibû.

Medya fermî ya Sûrîyê ji zarê Artêşa Sûrî da zanîn ku komên çekdar yên li Îdlibê tevî agirbestê jî êrîşên xwe yên dijî sivîlan domandine.

Artêşa Sûrî dîyar kir ku wan dest bi operasyonê kiriye û ewê bersîva êrîşan bidin.

Artêşê di daxuyanîyê da zanîn ku Tirkîyê piştgirîya bi komên çekdar domandiye û li gor Peymana Soçi tevnegeriyaye.

Tirkîyê û Rûsya par li Soçî li hev kiribû ku li Îdlibê herêma ewle çêbe.