Roja Duşemê li taxeka bajarê Şam ya paytaxa Sûriyê, êrîşeka xwekujî pêk hat di encam de 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
Associated Press (AP) radigehîne ku li mezargeha Seyîde Zeyneb li taxeke Şamê kesekî xwekuj bi trombêleke bombekirî êrîş biriye ser mezargehê û 8 kes kuştine.
AP dide zanîn êrîşvan berî bigeheje avahiyê, di xala ewlekariyê de xwe peqandiye.
Mezargeha Seyîde Zeyneb wek pîroztirîn mezargeha Şîayan li Sûriyê tê nasîn û ji Îranê pir kes qesta wê derê dikin.
Mezargeh pir caran dibe armanca tundrêyên Sunnî. Di Şubata derbasbûyî de dîsan êrîşek din li heman mezargehê pêkhat bû, nêzîkî 130 kesan jiyana xwe ji dest dabû.