Ev du rojên ser hev şaneyên Daişê êrîşên xwe li ser rêyên ku herêma Cizîrê bi Reqayê û Dêrazorê ve girêdide pêktîne.
Çekdarên Daişê ser motorsiklêtan êrîş pêkanîn, li gorî agahîyên tekez ji jêderên ewlekarî yên cûda ku di ecama wan êrîşan de 2 ajokerên tangerên sûtemenîyê hatin kuştin, û yek birîndar e.
Hêzên ewlekarîya Hindrîn (Asayîş) qedexeya tevgera motorskêlan ser wan rêyan ragihand, û çavdêrîya ewlekarî ser wan rêyan asê kir ye.
Şopîner bawerdikin ku Êrîşên Daişê ser rêyên serekî ku herêma bakur û rojhilatê Sûrîyê bi hev ve girêdide nîşaneke metersîdar e
Rojnamevan Egîd Mişmiş bawer dike ku êrîşên ser rê û herêmên bazirganî ev cûreke nû yê êrîşan e.
"Daişê rêyên bazirganîyê dike armanc, ku ev gefek pirr mezin e ser karîna aborî ya herêma Rêveberîya Xweser," Mişmiş got.
Li gorî Amarên çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) di meha mijdara derbasbûyî de Daişê 22 êrîş dijî hêzên Sûrîya Demoqratîk (HSD) pêkanîn, 19 ji wan li Dêrazorê çê bûne.
Li gorî HSD ê hêzên wan bi piştîvanîya koalisyona navnetweyî ya şerê dijî Daişê di nîvê yekê ya sala 2024an de 28 operasyonên taybet dijî şaneyên Daişê pêkanîn ku têde 233 terorîst, gumanbar û hevkarên bi wan re hatin girtin.
Di nîva duyan ya îsla de, HSDê yek ji bihêztirîn operayonên xwe dijî Daişê pêkanî, ji 5 heya 12 Mijadra bûrî de, HSD û hêzên ewlekarîya Hindrîn (Asayîş) bi piştîvanîya koalisyonê "Operasyona Ewlekirina Mayînde" li kamp û bajarokê Holê, û gundewarê wê ser dirêjahîya 70 km ya sînorê bi Îraqê re pêkanî.
Li gorî agahîyan ku "Oprasyona Ewlekirina Mayînde" operasyonek pêşxwext bû, ser bingeha agahîyên HSD ku rêxistina tundrê amadekariyên tevgerek nû dikin hat kirin, ku Daişê plana êrîşên berfireh hebû.
Şîrovekar Hoşeng Hesen dibêje ku operasyona HSD bi hevmahengî li gel artêşa Îraqê pêkhat.
"Pîlana Daişê ser asta Sûrîyê û Îraqê bû, ku êrîşek berfireh ser kampa Holê pêkbîne ji ber operasyoan HSD ya pêşwext plana Daişê têkçû," Hesen got.
Ji destpêka sala 2024an ve Daişê li herêmên di bin kontrola rêjîma Sûrîyê de li biyabana Dêrezorê - Hums - Hemayê - Reqa - Helebê çalak bû ye.
Li gorî SOHR ji destpêka 2024an ve Daişê 211 êrîş li çolistana naverasta Sûrîyê pêkanî têde 592 kes di nav wan de 58 sivîl hatin kutştin.
94 êrîş ji wan li bejahîya Humsê ya ser bi çolistana Tedmûr (Palmyra) ve pêkhatin.
Li wê herêmê mîlîsên ser bi Îranê ve li kêleka artêşa Sûrîyê serwere.
Ji 2019 an ji dema şerê Baxozê û vir de, sala 2024an sala herî ku Daişê têde zêde êrîş li deverên rêjîma Sûrîyê pêkanîne.
Bêtirî çavkanîyekê ji rûniştvanên wê deverê ji Dengê Amerîka re tekez kirin ku Badîya navarasta Sûrîyê di bin serwerîya Daişê de ye, û bacan li ser sivîlan ferz dikin.
Xelef navê ne raste yê rûniştvanekê devera bejahîya Reqayê ya alîyê serwerîya Rêjîma Sûrîyê ji Dengê Amerîka re tekez dike ku karîna rêjîmê tune ye û mîlîsên Îranê çavê xwe ji çekdarên Daişê digrin.
"Daişê eşkre tevdigere, û çekdarên wê ji xwedîyên sewalan û bazirganan bacan distînin û feriz dikin," Xelef got.
Li gorî Xelef ku Daişê sûdê ji bahozên tozê digre û êrîşan pêktîne.
Şopîner bawer dikin ku devera Badîyê navenda abûrî û mirovî ya Daişê ye.
Lêkolînerê Navenda Firat ya lêkolînan Mistefa Mistefa dibêje Badîye ji bo Daişê cihekî pirr giring e.
"Badîya Sûrîyê ku bi ser Badîya Îraqê vekir ye, du cihên serekî yên Daişê ne," Mistefa got.
Li gorî amarên ragihandî ji 2019an û vir ve, sala 2024an sala herî ku Daişê têde zêde êrîş pêkanîne.
Ev yek di demekê de tê ku koalisyona navnetweyî righand ku ewê di 2026an erkê xwe yê serbazî li Sûrîyê bi dawî bîne. Gelo bi aktîvbûna Daişê re wê ev yek pêkan be an na?
Your browser doesn’t support HTML5