Dr. Ebdûlbasit Seyda: Kes Kurdan ji piroseya aştiya li Sûriya dûr naxe, lê niha hêza wan li Rojhilatê çemê Firate û bi Amerîkiyan re ne, rolê wan dê girêdayî sitratejiya birêveberiya serokê dahatî yê Amerîka Donald Trump be.
Serokê berê yê Encûmenê Niştimaniyê Sûrî Dr. Ebdûlbasit Seyda gote Dengê Amerîka, Rûsya jibo Amerîka dide diyarkirin ku, ew li Sûriyê hêzin û bê wê li Sûriyê tiştek pêknayê.
Dr. Ebdûlbasit got "çendî şerê li Sûriyê berdewam bibe wê di qezença Îranê de be, ne ya Rûsiya. Wî got, bi rêka Sûriyê, Rûsiya wê xwe bigehîne welatên Ereban û danûstenidnan bi Europiyan re jî bike.
Birêz Seyda bawer dike kû kes Kurdan ji piroseyê aştiyê Sûriya dûr naxe, lê niha hêza kurdan li Rojhilatê çemê Firatî ye û bi Amerîkiyan re ne, rolê wan dê girêdayî sitratejiya birêveberiya serokê dahatî yê Amerîka Donald Trump be.
Your browser doesn’t support HTML5