Bandora Dawîbûna Sivikirina Sizayên Amerîka li ser Sûrîyê

Sivikkirina Amerîka ji toleyên li ser Sûrîyê re, ku 6 meh berê di dema erdheja wêranker de hatibû ragihandin, nehate dirêj kirin.

Di 8’ê Şibatê de rêvebirîya Amerîkî biryareke awarte dabû ku toleyên li ser rejîma Sûrî jibo 180 rojan, jiber sedemên mirovî, werin sivik kirin.

Hin şîrovekar îdîa dikin ku rejîma Sûrî sûd ji sivikirina toleyên Amerîkî dît, ku alîkarîyên jibo qurbanîyên erdhejê dihatin şandin, diketin xizmeta karbidestên hikûmeta Şamê.

Sîyasetvan û medyakarê Sûrî Eymen Ebdelnûr sedemên nedirêjkirina sivikrina toleyan bi wê yekê ve girê dide ku rejîma Sûrî ti nîşaneya erênî neda ku ewê di insiyatîfa (Gavek beramberî gavekê) pêşve biçe, çi bi şanderê navneteweyî re yan bi welatên Ereb re.

Eymen Ebdelnûr

“Rejîmê ti gavek neavêt ku ewê bazirganîya kaptagon rawestîne, yan di civînên komîteya destûrî de alîkar be ku penaber vegerin û girtî serbest werin berdan. Loma jî sivikirina toleyan nehat nûkirin”, Ebdelnûr dîyar dike.

Li gor sivikirina Amerîka ji toleyan re, gelek astengîyên li ber danûstandina bi rejîma Sûrî re hatibûn rakirin, da ku alîkarîyên mirovî û bersivdana pêdivîyên qurbanîyên erdhejê, bi hêsanî bi rê ve biçe.
Pispor pêşbînî dikin ku vegera toleyan weke berê, dê givaşên aborî dîsa li ser rejîmê pir bike.

Aborîzan Xorşîd Elîka

Aborîzan Xorşîd Elîka dide zanîn ku sektora mirovî û alîkarî jixwe ne di bin toleyan de ye, lê tole li sektorên petrolê û banka navendî, hewrwiha kesayetên bi ser rejîmê ve, hatine sepandin.

Elîka dibêje ku, “Vegera toleyan dê pirtir bandorê li ser rejîmê bike, lê gelê sivîl jî dê pê bandor bibin, Amerîka dibîne ku pêwîstî bi toleyan heye da ku rejîm bi biryara 2254 ya konseya ewlekarrîyê û çareserîya sîyasî pabend be”.

Herwiha Eymen Ebdelnûr bawer dike ku helwesta Amerîka li hember rejîmê zelal e û ti gavan şûnde navêje.

Lê derbarê rewşa herêmên derveyî kontrola rejîmê de bi vegerandina toleyan re, ew dixwaze ku lêvegerek çêbibe jibo tole li ser herêmên bakur rojhilat û bakur rojavayê Sûrîyê werin sivik kirin.

“Jibo rewşa aborî ya van herêman geş bibe, derfetên kar peyda bibin û koçberî çênebe. Herwiha dahateke aborî baş jibo malbat û ciwanan hebe, daku berê xwe nedin tundîyê û bi komên radîkal re neyên xapandin”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku rêvebirîya Amerîkî sala 2020’an toleyên Sîzer (Caesar Act) li ser rejîma Sûrî danîbûn, herwiha sala par herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê ji van toleyan borandine.

Lê karbidestên Rêvebirîya Xweser gazinan dikin ku di pratîkê de li ser erdê ti guhertin çênebûye.

Li ser vê yekê Xorşîd Elîka pêşniyar dike ku Rêvebirîya Xweser li cem Amerîka û Kowalisyona Navdewletî hewlan bide daku kompanî berê xwe bidin herêmê û hilberînê bikin.

Ew hizra xwe wiha şîrove dike, “Hilberîna petrol û gazê dê berhema wan pirtir bike û rê bide dahatên giştî bilindtir bibe, ev yek jî dê derfetên kar herwiha mûçeyan jî zêde bike û projeyên nû veke”.

Di erdheja 6’ê Şibatê de deverên fireh li parêzgehên Heleb, Îdlib, Lazqîyê û Hemayê, yên bakur rojavêyê Sûrîyê wêran bûbûn û bi hezaran kes miribûn.
Jibo hawarçûna mexdûrên erdhejê, Amerîka û Yekîtîya Ewropa toleyên li ser Sûrîyê jibo 6 mehan sivik kiribûn. Amerîka ev yek dirêj nekir, lê Yekîtîya Ewropa jibo 6 mehan dîsa dem daye sivikirina toleyan.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Efrîn08_09_2023_Toleyên_Amerîka_Sûrîya.mp3