Opozisyona Sûrî: Esad Divê 6 Mehan Piştî Diyalogê li Ser Desthilatê Nemîne

Endamên Opozisyona Sûrî

Roja Çarşemê Riyaz Hîcab kesê di asta bilind de yê danûstendinên Opozisyona Sûrî bi desthilata Beşar Esad re got, ewan weke opozisyona Sûrî nexşe riyek ya danûstendinan heye, eger aliyên beşdar bixwazin ewê pêşkeş bikin, li gur vê nexşe rê, divê Esad, 6 mehan piştî destpêkirina diyaloga jibo avakrina hikûmetek veguhêz liser desthilatê nemîne.

Hîcab rêkxerê giştî yê desteya danûstendinên opozisyona Sûrî ye ku, weke gropa opozisyona Sûrî ya sereke tê naskirin bi hevkariya Netewên Yekgirtî niha hewil tê dan daku car din danûstendinên hatin rawestandin li Cenevre bihên destpêkirin.

Plana danûstendinên nû li Cenevre weha hatiye rêxistin da ku di dema 6 mehan de hikûmetek veguhêz bihê avakirin, mercê opozisoyna Sûrî yaku ji aliyê Erebistana Saudî û welatên rojava yên li dij desthilata Esad tên destek kirin ewe ku, di dema 6 mehên danûstendinan de divê Esad liser desthilatê nemîne û hikûmeteke veguhêz ji kesatiyên opozisyonê û civaka sivîl bihê avakirin û di 18 mehan de hilbijartin bihên encam dan û hikûmetek nîştîmanî bihê avakirin.

Riyaz Hîcab dibêje divê di 6 mehên danûstendina de Esad û hemû endamên hikûmeta wî û kesên tawanên şer kirin e, liser desthilata Sûrî nemînin.