Ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Înê got ku dora nîv mîlyon sîvîlên ku jiber şer malên xwe terkandine, careke din zivirîne cîhûwarên xwe.
UNHCR bal dikşîne ku bi texmîna ajansên alîkarîyê pirtir ji 440,000 kesên ku li nav welatê xwe bûne penaber û 31,000 penaberên ku dervayê welêt bûne, vegerîne malên xwe.
Berdevkê UNHCRê Andrej Mahecic ew yek wek pêşketineke pir girîng nirxand û kêfxweşîya xwe dîyar kir. Wî bal kişand ku kesên zivirî, tenê beşeke biçûk ya penaberên Sûrî ne û niha 5 mîlyon Sûrî li derve ne.
Mahecic da zanîn ku kesên ku vegerîne Sûrîyê ji Heleb, Hema, Hums û Şamê ne û sedemên bingehîn yên vegera wan lêgerîna endamên malbatê, kontrolkirina rewşa mal û mulkên wan û karana rewşa ewlehî ya başbûyî ye.