Berpirsê karên mirovahîyê li Sûrîyê Stephen O'Brien îro Duşemê bal dikşîne kêşeya berdewam li Sûrîyê,xeterî li ser jîyana sîvîlên li wî welatî û tevahîya aramîya Rojhilata Navîn dike.
O'Brien got, di seredana xwe ya sê rojan de wî hêvî dikir ku alîkarîya mirovahîyê ligel karbidestên Sûrî gotûbêj bike ku Neteweyên Yekbûyî dibêje pirtir jî 12 mîlyon kes pêdivîya alîkarîyê ne.
Lê, jiber êrîşên esmanî yên rejîma Sûrî ku 96 kes li Hums kuştin û pirtir jî 200 kesên din jî li nêzîkî Şam birîndar kirin, wê hemî bala xwe da wê trajedîyê.
O'Brien got bi berdewamî got ku êrîşên ser sîvîlan neqanunî ne û nayên pejirandin.
Wî got, ew taybetî bi êrîşên hikûmeta Sûrî yên vê dawîyê li Hums û Şam gelek xembar bûye bi sedan kes yan hatin kuştin yan jî birîndar bûn.