Amerîka li Benda Super Tuesday E

Sibê Sêşemê yek jî rojên herî mezin yên hilbijartinên Amerîk ye ku wek Super Tuesday anku Sêşema Mezin, Sêşema Girîng tê zanîn.

Îsal di Sêşema Mezin de 15 istan û herêma Amerîkî ya bi navê American Samoa hilbijartinên berbijarîyê pêk bînin.

Di sîstema sîyasî ya Amerîkî de pêvajoya dîyarkirina namzetên seroktîyê bi du awayên çêdibe; Hilbijartinên Pêşîn yan Pêşhilbijartin (Primaries) û Komcivîn (Caucuses).

Ew proses nêzîkî şeş meh didomin û paşê partîyên Komarî û Partîya Demokrat kongreyên xwe yên giştî di mehên Tîrmeh û Tebaxê de li dar dixin û di wan kongreyan de her partî bi fermî berbijarê xwe jibo hilbijartinên giştî yên meha Mijdarê hildibijêrin.

Pir caran berbijarên hilbijartî ji xwe re cîgirek destnîşan dike û ew her du bi hevre dikevin hilbijartina seroktîyê ya meha Mijdarê.

Pêşhilbijartin anku Hilbijartina Dîyarkirina Berbijarîyê (Primary) Çi Ye?

Pêşhilbijartin anku hilbijartinên dîyarkirina berbijarîyê pêvajoyên dengdanê yên li seranserê eyaletê ne ku tê de dengder berbijarê partîyekê hildibijêrin da ku paşê di hilbijartinên giştî yên seroktîyê de pêşbazîyê bike.

Qanûn û rêkarên pêşhilbijartinan, di nav de kî dikare deng bide, ji hêla eyalet û partîyan ve têne dîyar kirin. Berevajî Komcivînan, dengdêr di wan pêşhilbijartinan de bi şêweyê dengdana takekesî deng didin berbijarên xwe.

Komcivîn (Caucuse) Çi Ye?

Komcivîn, mîna hilbijartinên destpêkî, rêyek e ku endamên partîyeke sîyasî namzedên xwe di komcivîn anku kombûnên xwecîhî de hildibijêrin û ew komcivîn di demeke ji berê de dîyarkirî de pêk tê û çend saetan didome.

Di Komcivînê de beşdaran delîve heye miştûmirê li ser berendamên ku dixwazin bikevin tevgera bidestxistina seroktîyê bikin. Carna jî dengdan bi hildan, pêşandana destan tê kirin. Demekê Komcivîn awayê herî navdar yê hilbijartina namzedên seroktîyê bûn, lê di salên dawî de tenê çend eyalet û herêman ev rêbaz maye.

Çawa Pêşhilbijartin û Komcivîn Berbijarên Partîyan Dîyar Dikin?

Dengderên Amerîkî di di van peêvajoyên taybet de rasterast berbijarên xwe hilnabijêrin ku derbazî hilbijartinên giştî dibin.

Li şûna wê, dengder delegeyan hildibijêrin, ku di encamê de li Kongreyên Neteweyî yê partîyan berbijarê xwe jibo hilbijartinên seroktîye hildibijêrin.

Piştre ew kandîd (yên Komarî û Demokrat) wê di hilbijartinên giştî yên meha Mijdarê de bikevin pêşbazîya seroktîyê. Çiqasî serhejmêrîya eyaletekê bilind be, ewqasî wê hejmara nûnerên wê di kongreya netewî ya partîyê de bêtir be.

Stratejîya kandîdan çawa ye?

Şêweyê tevlîhev û rojên dîyarkirî yên pêşhilbijartin û komcivîn destûrê didin berendaman ku li şûna hemî bala xwe û kanînên xwe di yek demê de bidin ser her 50 Eyaletan, ew dikari çavê xwe danin ser çendek ji wan.

Eyaleta Iowa komcivîna yekê ya demsala hilbijartinê rêk dixe û New Hampshire pêşhilbijartina yekê bi rêve dibe.

Dema ku Partîya Komarî dê li van eyaletan dest bi pêşbirkîyên xwe yên namzedîyê dike, Partîya Demokrat hewil da ku South Carolina bike qada pêşbirkîya yekê ya Demokratan jiber ku ew istan pirtir nûnertîya demografîya partîyê dike.

Di encamê de, Komîteya Netewî ya Demokratan komcivîna Iowa pûç kir kir û ji berendaman xwest ku navê xwe nexin ser lîsta dengdana New Hampshire.

Sêşema Super çi ye?

Piranîya eyalet û herêmên Amerîka roja Sêşemê pêşhilbijartin yan komcivînên xwe encam didin. Super Tuesday (Sêşema Taybet, Sêşema Mezin) ew roja ku herî zêde eyalet û herêm pêşbirkîyên namzedkirinê pêk tînin.

Di Sêşema Mezin ya îsal d, anku sibê 5ê Adarê de 15 Eyalet wê kandîdên xwe jibo hevrikîyê di hilbijartinên giştîyên seroktîyê de hilbijêrin.

Çawa nûner (delege) li ser berendaman tên parve kirin?

Awayê parvekirina nûneran li ser berendaman bi şêwe û qanûnên her eyaletekê ve girêdayî ye.

Hin wîlayetên mîna California, hemî nûnerên xwe jibo yek berendamê ku herî zêde deng bi dest xistine, vediqetînin. Lê, eyaletên din yên mîna New Hampshire, şêwazê rêjeyî bi kar tînin û nûneran li gor rêjeya dengên bidestxistî dabeş dike.

Cûdahîya di navbera nûnerên 'sozdar' û 'ne sozdar' de çi ye?

Nûnerên ku di pêşhilbijartin û komcivînan de hatine hilbijartin wek nûnerên "sozdar/dilsoz" têne bi nav kirin jiber ku çaverê ye ku ew di kongreyê neteweyî de berbijarê ku dengderan hilbijartîye erê bikin.

Lê, di kongreyên her du partîyên Komarî û Demokrat de nûnerên ku ji alîyê dengdêran ve nayên hilbijartin jî hene. Di kongreyê Komarîyan de nûnerên "nesozdar" hene ku dîsa wek nûnerên "nepabend" jî tên bi nav kirin ku sê rêvebirên payebilind yên partîyê ji her eyaletekê ne.

Demokratan rêbazek cûda heye û mafî didin bêtir nûnerên "nesozdar" bi navê "superdelegates" beşdarî kongreya netewî bibin. Ew ji sedan serokên partîyê û rêvebirên hilbijartî pêk tên.

Hem nûnerên Komarî û hem jî superdelegeyên Demokrat azad in ku piştgirî bidin her berbijarekî li gor dilê xwe.

Cûdahîya hibijartinên vekirî û girtî çi ye?

Li eyaletên xwedî sîstema pêşhilbijartinên vekirî, hemî dengderên navtomarkirî çi Komarî be çi Demokrat, dikarin dengê xwe bidin her berendamekî/ê.

Wek mînak, Demokratek dikare di helbijartina vekirî ya Komarî de deng bide û Komarîyek dikare di hilbijartina vekirî ya Demokratan de deng bide. Lê, dengderek nikare di her duyan de deng bide.

Berevajî vê, li istanên xwedî sîstema hibijartinên girtî, dengderek dikare tenê deng bide berendamek ku endamê heman partîyê ye. Wek mînak, dengderek wek Demokrat navnivîskirî dikare di pêşbirka girtî ya Demokratan de deng bide, lê ne di ya Komarîyan de.

Qanûna Bingehîn ya Amerîka di derbarê pêşhilbijartinan de çi dibêje?

Qanûna Bingehîn ya Amerîka jibo partîyên sîyasî, ku rêxistinên serbixwe ne ti merc û rênmayî dîyar nekirine. Ew di çarçoveya qanûnî de dikarin berbijarên xwe bi her awayê ku ew bixwazin, hilbijêrin.

Wekî din, sîstema federal rê dide her eyaletekê ku li ser dem û çawatîya encamdana hilbijartinên xwe kontrol bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Super Tuesday Çi Ye?