Sêşema Mezin Çiye û Çima bo Hilbijartinên Amerîka Ewqas Giring E?

Pêşhilbijartinên Amerîka 2024

Roja herî mezin û giring di pêşhilbijartinên Amerîka de ku weke Sêşma Mezin "Super Tuesday" tê nas kirin nêzîk dibe, di îsal de 15 wîlayet û herêma bi navê American Samoa dê bikevin di pêşbaziyê de û deng bidin.

Ev demek giringe di hilbijartinên Amerîka de jibo Serok Joe Biden û serokê Berê Donald Trump, ku heta niha bo berbijariya Serokatiya Amerîka û hevrikiya di navbera Demokrat û Komariyan de bo hilbijartinên 2024ê berbijarên pêşî ne.

Sêşema Mezin, jibo derstnîşankirina berbijarê Demokrat û Komariyan dê zelalker be, ku dê îmkana destnîşankirina Biden û Trump nêziktir bike ku bibin berbijarên partiyên xwe.

Girêdayî Komariyan di pêşhilbijartinên heta niha de stêrka Trump ji ya Nikki Haley geştir dibe.

Bi taybet piştî ku Haley li wîlayeta Michigan di 27ê Sibatê 40% û li wîlayeta xwe South Carolain (Karolîna Başûr) ku du caran fermandara wê wîlayetê bûbû zêdetirî 20% bidû Trump re bû.

Tima kampêna Trump zextê li Haley dike ku dest ji peşbaziya li hember Trump berde, lê ew rijde ku heta Kongreya Giştî ya Komaryan li meha Tîrmehê berdewam bike, her çende ku hin saziyên alîkariya diravî dida kampeynên Nikki Haley piştî têkçûna wê li South Carolina alîkariya daryî ji wê qut kirin. Di dengdana Super Tuesday da, dê diyar be ka her yek ji wan dê çend piştevan di kongireya Giştî de hebin. 1,215 endam dê beşdarî Kongirê Komariyan bin.

Di encama "APVoteCast" de derketîye holê ku xwendekarên xwendina bilind li zanîngehan di pêşhilbijartinan de li New Hampshire û South Carolina Nikki Haley ji Trump zêdetir hilbiajrtî ye.

Pispor didin zanîn ku xala herî bi zehmet bo Trump dê derçûyên zanîngeha bin kanê ewê bo Sêşema Mezin bikare wê kêmasiya xwe pir bike û kesên xwedî bawernamên bilind qayîl bike ku deng bidin wî?

Herçende ku Trump rastî gelek dadgehkirinan tê û heta niha sê wîlayetan; Illinois tevî wîlayetên Colorado û Maine biryar dane ku rêgirî li Trump bihê kirin ku ne be berbijarîyan Komariyan jibo serokatiya Amerîka di hilbijartinên 2024ê, lê biryara dawî dê bo dadgeha Bilind ya Amerîka bimîne kanê ewê Trump bikare berbijariya xwe ya serokatiyê bidomîne yan na?

Sêşema Mezin 'Super Tuesday' Çi Ye?

Sêşema Mezin ew roje ya ku hejmara herî zêde ya wîlayetên Amerîkî di pêşhilbijartinan de ji bo her du partiyên sereke ya Domokrat û Komarî deng didin.

Encamên dengdana "Sêşema Mezin" xwedî girîngîyek taybete, ji ber ku ew çarenivîsa namezdê partîyê bo berbijarîya Serokatiyê zelal dike.

Dîroka Sêşema Mezin 'Super Tuesday'?

Sêşema Mezin, bi şêwazê xwe ya niha, di sala 1988'an de hate damezrandin, dema ku 16 wîlayetên Başûr biryar dan ku hilbijartinên seretayî di meha Adarê de li şûna ku paş bikeve, biryar hat girtin ku pêşwext ew hilbijartin bên kirin da ku çarenivîsa berbijarên serokatiyê zûtir were zela kirin û bandor hebe.

Herwiha Amerîka li gor wê, biryar da pêşhilbijartin û kongreyên partiyan pêştir werin ku ji sala 2008ê de nêzî 40 wîlayetan pêşhilbijartin û kongreyên partiyan di meha Çile yan Sibatê de pêk anîn.

Sala 2008'ê roja Sêşema Mezin li 5'ê Sibatê rast hat ku di wê rojê de 24 wîlayetan pêşhilbijartin û kongreyên partiyan encam dan.

Berî wê jî li sala 1976'ê pêşhilbijartinên "Sêşema Mezin" pêkhatin dema ku pêşhilbijartin li 6 wîlayetan çêbû, Gerlad Ford û Ronald Reagan di pêşbaziya Komariyan de her yekî li 3 wîlayetan serkeftin bi dest xist.

Û li sala 1980ê roja 11'ê Adarê 7 wîlayetan peşhilbijartin û kongre û konferannsên partiyan encam dan.

Lê bi giştî sala 1984ê weke tevgera destpêkê ya "Sêşema Mezin" tê naskirin ku di Adarê de dema herî zêde wîlayet beşdar bûn di pêşhilbijartinê de ku 9 wîlayetan roja 13'ê Adara sala 1984'ê pêşhilbijartin kirin.

Jêder: AP/Rueters/Alhurra