Di Peqîneke de li Stenbolê Kuştî û Birîndar Hene

Karbidestên Tirk dibêjin, di peqîneke de, li Sultanahmet a taxa dîrokî ya Stenbolê, herî kêm 10 kes hatin kuştin.

Karbidest didine zanîn ku di peqînê de, bi kêmî ve, 15 kesên din jî birîndar bûn.

Walîtîya Stenbolê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku vekolîna wan berdewam e ku bizanin peqîn çi rengî ye, bi çi sedemê hatiye kirin û ki berpirs e.

Dîdevanan jî peqîneke hêzdar ragihand ku erd bi xurtî hejandiye.

Taxa Sultanahmet navendeke şenîbar ya turîstan e û Mizgefta Sultanahmet û Dêra Ayasofya li wê derê ye.

Hate ragihandin ku Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu, jiber peqîna îro kabîneya xwe bi awarteyî civandiye.