Sullivan: Biden û Erdogan Wê li Hilcivîna NATO Rûbirû Biaxifin

Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jack Sullivan got ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serkoomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê li hilcivîna NATO ya li Vilnius ya Lîtvanya bicivin.

Sullivan dîyar kir ku Biden û Erdogan berî hilcivînê bi rêka telefonê 45 deqîqeyan axifîne û got ku wan ser mijarên li NATO jî danûstandin kirine.

Li gor ragihandina Sullivan, Biden ji Erdogan re gotiye ku ew dixwazin ku Swêd demûdest bibe endama NATO.

Swêdê bi Fînlandîyan re piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO da ku bibe endama hevpeymanîyê, Fînlandîya hat pejirandin, lê Tirkîye dijî endamtîya Swêdê disekine.

Tirkîye îdia dike ku Swêd mazuvanîya komên terorîst dike û ji Stockholmê dixwaze ku dijî wan tedbîrên berfireh ragihîne.

Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî jî dîyar kir ku ew dixwazin ku Swêd di dema herî kin de bibe endama NATO.

‘’Seba Swêd bibe endama NATO divê rêkek hebe. Emê li Vilniusê bibînin ku ser vê rewşê çi diqewime’’

Sullivan bi berdewamî dîyar kir ku Biden ser firokên F-16 yên jibo Tirkîyê jî erênî peyivîye.

Wî got ku dibe ku hem Swêd bibe endama NATO û hem jî Tirkîye F-16’an bistîne û dîyar kir ku wisa wê hem hêza hevpeymanîyê xurt bibe hem jî wê peywendîyên Tirkîye û Amerîka pêşde herin.

Jêder: VOA