Îran Dibêje Wê Peyvajoya Sitandina Firokên Rûsî Temam Kiriye

Medyaya Îranê ragihand ku Tehranê karê kirîna firokên şer yên Sukhoi Su-35 ji Rûsya hema hema temam kiriye.

Bi pêşveçûna peywendîyên Îran û Rûsya, Tehran ji Moskowê hin helîkopteran jî distîne.

Di destê Îranê de jimareke firokên Rûsî û hin forokên Amerîkî yên berî Şoreşa Îslamê ya 1979’an hatine kirîn hene.

Cîgirê Wezîrê Berevanî yê Îranê Mehdî Farahî dîyar kir ku wan peyvajoyên kirîna firokên cengê yên Sukhoi Su-35, helîkopterên êrîşê yên Mil Mi-28 û firokên perwerdeyê yên Yak-130 temam kirine.

Medyaya Îranê ser pejirandina Rûsya ya jibo firotina firokan ti agahî neda.

Îranê sala 2018’an ragihandibû ku wê dest bi çêkirina firoka cengê ya bi navê Kowswar kiriye.

Pisporên leşkerî dibêjin ku Kowsar kopîyeke karbon ya firokên F-5 e ku salên 1960’î li Amerîka dihat çêkirin.

Çavkanî: Reuters