Karbidestên dewleta Tirkîyê, îro Înê li Enqerê bi serhildayên Sûrîyê re kom bûn û li ser civînên Cenevrê, ku çaverê ye di dawîya Sibatê de li dar keve, axifîn.
Wezareta Derve ya Tirkîyê di civînê de dîyar kir ku ew li dijî sîstema federalîzmê li Sûrîyê ne. Wezaretê ji zarê beşdarên civînê ragihand ku wan fikra ''qanûneke nû, xweserî û federalîzm'' erê nekiriye.
Karbidestên Tirk da zanîn ku di civînê de danûstandêrê bilind Riad Hijab û serokê koalîsyona Sûrî Enes Abde jî di nav de, nûnerên sîyasî û leşkerî yên rikeberî hazir bûn.
Vê dawîyê Kurdan li Moskowê jibo bidawîkirina şerê li Sûrîyê, sîstema federalîzmê pêşnîyaz kiribû. Tirkîye, daxwaza Kurdên Sûrîyê parçeyek ji daxwaza Kurdên Tirkîyê dihesibîne û bi tundî dijberîya wan dike.